Li Lalişê Kurdên Êzidî cejna Çarşema Sor piştî du salan bi awayekî berfireh pîroz kirin.
Kurdên Êzidî ji ber corona ev du sal bûn ji pîrozbahiyên Çarşema Sor bêpar bûn. Piştî wefata Baba Şêx, Rêberê Olî yê Ezidiyan Xerto Hacî Îsmaîl, îro 19ê Nîsana 2022yan yekem car Elî Îlyas wek Şêx Babayê Nû yê Êzdî di merasîmê de amade bû.
Çarşema Sor an ku cejna serê sala Kurdên Êzdiyan e, yek ji wan ahengên salane ye ku Kurdên Êzdî roja çarşema sêyem a nîsanê pîroz dikin. Wê rojê Êzidî ji herêmên cuda diçin serdana tirbe û cihên xwe yên pîroz.
Êvara roja sêşemê Kurdên Êzidî xwe ji Çarşema Sor re amade dikin û diçin Perestgeha Lalişê û 366 mûm û çirayan hil dikin û bi çendîn rêwresman pêşwazî li vê cejna xwe ya olî dikin.
Piştî ku wê rojê merasîmên olî bi dawî dibe, xelk vegerin malên xwe û piştre serdana hev bikin da ku cejnê pîroz bikin. Xwarinên taybet yên çêkirin û qê rojê Êzidî kulîlkan deynin ser serê xwe.
Herwiha rengkirina hêkên kelandî û paşê jî reşandina wê di nav dexl û dan û erdên çandiniyê de beşek din ji wan rêwresman e.
Kurdên Êzidî herwiha di Çarşema Sor de nanê biron û kuncî amade dikin û li ser xelkê xizan de belav dikin.
Kurdên Êzidî di meha Nîsanê de xwedî taybetmendiyên xwe ne û di vê mehê de ti merasîmên bûkanînê lidar nexin. Keç û kur di Çarşema Sor de diçin cem kulîlkên nîsanê, ku ev nîşana cejnê ye. Meha Nîsanê li gor baweriya Kurdên Êzidî bûka salê ye.
Kurdên Êzidî di cejnê de qalikê hêkan û kulîlkên sor li ber deriyên malên xwe dadiliqînîn. Keç û kurên Êzidî bi ava Kaniya Spî têne pîrozkirin.
Li gor baweriya Kurdên Êzidî zevî di roja çarşemê de hatiye çêkirin. 366 rojên sala Kurdên Êzidî hene û evara Çarşema Sor 366 çira li Lalişê têne vêxistin.
Bilind Tahîr Rûdaw