Li Libyayê 10 milîs hatine kuştin

Hikûmeta Mutabeqeta Neteweyî ya Libyayê (HMN) ya di qada navneteweyî da tê nasîn daxuyandîye ku di pevçûnên li Trablusê çêbûn da ji milîsên General Xelîfe Xefter 10 kes hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan- Hikûmeta Mutabeqeta Neteweyî ya Libyayê (HMN) ya di qada navneteweyî da tê nasîn daxuyandîye ku di pevçûnên li Trablusê çêbûn da ji milîsên General Xelîfe Xefter 10 kes hatine kuştin.

Berdevkê Hikûmeta Mutabeqeta Neteweyî Mihemed Kununu li Navenda Çapemenîyê ya Operasyona Burkan el-Gadabê daxuyandîye ku milîsên Xefterî bi piştgirîya 4 tankên Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban hatine pireya El Furusîyyeyê ya li ser rêya Balafirgeha Trablusê.

Kununuyî gotîye ku di navbera wan û hêzên hikûmetê da pevçûn derketîye, 10 milîs hatine kuştin, 12 wesayîtên eskerî jî hatine îmhakirin ku êdî nikarin bên xebitandin.

Xefter di 4ê nîsanê da ji bo ku Trablusê bi dest bixe fermana êrîşê dabû û gotibû di nav 48 saetan da ewê bi dest bixin. Li ser vê hêzên HMNyê Operasyona Burkan el-Gadabê dabûn destpêkirin.

Bianet

Afrîka Haberleri

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser programa nukleerî ya Îranê civiya
IŞİDê bang kir ku êrîşî karnawala Kolnê û 3 hedefên din bikin
Salih Gedo: Em ji bo yekîtiya Kurdan têdikoşin
Rêjîma Îranê 4 kes li girtîgehên xwe li bajarên “Zahidan û Bîrcend”ê de bidar vekirin
Rafael Grossi: Îhtîmala danûstandinên bi Îranê re heye