Îbrahîm Doguşê ku ji Partîya Karkeran kete hilbijartinê û biser ket û bû serokê şaredarîya Lambehtê got "Cara yekem Kurdek dibe Serokê Şaredariya Lambeth, lê ji bo pêşketina doza gelê Kurd li Brîtanyayê, ev yek gelekî girîng e û em Kurd dixwazin di nava Brîtanyayê de cihekî baş bigirin."
Got jî: “Ez ji zêdetir 20 salan di nava Partiya Karkeran de xebat dikim, Partiya Karkeran partiya duyemîn a Birîtanayê yê û dostê Kurdan. Kurdên Brîtanyayê bi piranî piştgîriyê didin Partiya Karkeran. Îro Şaredariya Lambeth di bin kontrola Partiya Karkeran de ye.”
Ibrahîm Doguş sala bûrî û di dema êrîşa teroristî ya li pira Westminsterê ya li Londonê de dikana xwe ji efserên polîsan re vekirî hîştibû û xelatek ji ber wêrekî û hevkariya wî bi efserên polîsan re wergirt.
(Kurdistan24)