Li mafparêz Nasta Loikayê 7 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn

.

Li Belarûsê ji ber ku mafparêz Nasta Loikayê serdegirtina polîsan derxistiye holê 7 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Li Belarûsê Dadgeha Bajarê Mînskê duh biryara xwe ya dawî ya derbarê doza çalakgera mafparêz Nasta Loîkayê de aşkere kiriye.

Li gorî Navenda Mafên Mirovan "Viasna"yê, Nasta Loikayê ji ber serdegirtina polîsan derxistiye holê û bi tohmeta ku "nefreta civakî têkdaye" bi 7 sal cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin.

Ji ber ku danişîna biryarê ji çapemeniyê re girtî bûye derbarê hûrgîliyên biryarê de zêdetir agahî nayê zanîn. Viasnayê daye zanîn ku Loika û parêzerên wê dê îtîrazê li biryarê bikin.

Çi bûbû?

Loikayê bi sernavê "Zilma li dijî anarşîst, antî-faşîst, çepgir û aktîvîstên civakî yên li Belarusê" (2017-Tebax 2018) raporek amade kiribû. Di raporê de nirxandineke rexneyî ya li ser xebatên polîsan hatibû kirin.

Mafparêza 34 salî di 28ê Çiriya Pêşiya 2022an de hatibû girtin. Beriya vê jî du cezayên îdarî yên 30 rojan jê re hatibû birîn. Piştî girtina Loikayê, "vîdyoya poşmaniyê" hatibû belavkirin ku tê de "pejirandiye ku wê ji rêxistinên biyanî fon wergirtiye".

Kurdistan Haberleri

Li Brûkselê semînereke danasîna PWKyê û rojeva sîyasî ya Kurdistanê!
2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye