Navenda Nûçeyan- Li bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê, dîwar bi ser karkeran de hilweşîya, herî kêm 2 karker mirin.
Malpera Hengaw ragihandîye, duhî li gundê Konedê yê Mehabadê dîwar bi ser komek karker de hilweşîya.
Li gorî agahîyan, di encamê de 2 karker mirin û 3 karker jî birîndar bûn.
Ewên ku mirine, birayên hev bûn. Navê Yekê Resû û navê yê din jî Qadir bû. Ew xortên kurd xelkê gundê Girdî Yaqûb yê Mehabadê bûn.
Karkerên birîndar jî niha li nexweşxaneya Xumênî ya Mehabadê de tên dermankirin.
Basnews
Siyaset Haberleri
Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e