Li Mekê heciyeka Kurd canê xwe ji dest da

Li bajarê Mekê yê Erebistanê heciyeka kurd ya Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Li bajarê Mekê yê Erebistanê heciyeka kurd ya Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Tîma Ragihandina Hecê ya Herêma Kurdistanê belavkir, duhî (31.07.2019) heciya  bi navê Sirmê Remezan Yûsif ku xelka Zaxo ye, koça dawî kir.

Li gorî daxuyaniyê, ew heciya kurd ku kurê wê jî pê re bûye, di dema serdana herema pîroz de koça dawî kirye.

Her li gor daxuyaniya Tîma Ragihandina Hecê li heremê bixwe nimêj li ser hatiye kirin û biryar e li Mekê were veşartin.

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn