Li gor daxuyanîya AFADê, îro di demjimêr 14.29an da, li navçeya Erxevanê ya ser bi bajarê Meletî ve, erdhejeke bi pileya 4.5an qewimî.
Li gor daneya AFADê, lerizîna erdhejê, li kûrahîya 7.01 kîlomêtre binê erdê qewimî.
Li gor zanyarîyên destpêkê, ti zîyanên madî û gîyanî negihîştîye ti kesî.
Erdhej, bû sebeba tirseke mezin li navçeyê.