Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê her diçe nerazîbûnên li hember bihayê elektrîkê zêde dibin. Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê jî welatiyan bihabûna elektrîkê protesto kirin.
Di çend rojên dawî de li beşeke parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xelk li dijî bihayên zêde yên fatureyên elektirîkê û gaza xwezayî dadikevin kolanan û xwepêşandanan dikin.
Li Amed, Mêrdîn, Bazîd û gelek navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê beşeke zêde ya welatiyên ku nikarin fatureyên xwe yên elektirîkê bidin, bi rêya xwepêşandanan nerazîbûna xwe tînin ziman.
Li navçeya Qoserê ser bi parêzgeha Mêrdînê 6ê Sibatê jî welatî derketin kolanan û bi slogana “Bi berxwedanê emê serbikevin” xwepêşandan kirin.
Esnaf Seyfettin Ozer dike hewar û dibêje ji ber bihabûna pêdeviyên jiyanê nikare zarokên xwe xwedî bike.
Welatî li ber avahiya Kompanya Belavkirina Elektrîkê TEDAŞê kom bûn û daxwaz kirin ku zêdekirina bihayê elektrîkê bê betal kirin.
Mamoste Gulistan Ulutaş dibêje: “Ji ber zilma TEDAŞê em li vê derê ne. Ji ber faturayên elektirîkê yên zêde em li vê derê ne. Ligel ku em nikarin xwe germ bikin faturayên elektrîkê hewqasî zêde hatine bo wê yekê em li vê derê ne.”
Ev xwepêşandan di demekê de ne ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi destpêka sala 2022ê wek piraniya pêdiviyên sereke yên jiyanê bihayê eletirîkê jî derdora ji sedî 50 heta ji sedî 125 hatiye zêdekirin. Vê bihabûnê bandoreke xirab li aboriya welatiyan kiriye ku êdî dibêjin nema dikarin debara xwe bikin.
Beşeke zêde welatiyên ku nikarin fatureyên fatureyên xwe yên elektirîkê bidin, bi rêya xwepêşandanan nerazîbûna xwe tînin ziman. Partiyên opozîsyonê jî li ser van bihabûnan û rewşa xirab a aboriya Tirkiyê berdewam rexneyan li desthilatê digirin û daxwaza hilbijartina pêşwext dikin, lê desthilat pêdagir e, hilbijartin di dema xwe de bêkirin ku ew jî 2023 ye.