Li Merîwanê di navbera pasdaran û kesên çekdar de şer derket

Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê di navbera pasdarên Îranê û komek çekdar de şer derket.

Duhî di navbera gundên Reşedî û Dûyse yên bajarê Merîwanê de, di navbera pasdarên Îranê û komek kesên çekdar de şer derket.

Sipaha pasdarên Îranê derketina şer piştrast kirîye û ragihandîye, di wî şerî de 2 çekdar hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Malpera mafên mirov ya Hengaw jî ragihandîye, di wî şerî de pasdarek jî hatîye kuştin.

Tê gotin ku ew kesên çekdar, girêdayî yek ji partîyên Rojhilatî bûne lê heta niha ti partîyekê li ser wî şerî daxuyanî nedaye.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e