Li Minbicê 4 şervan û sivîlek di êrîşên Tirkiyê de hatin kuştin

.

 Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand, di encama êrişên artêşa Tirkiyê de 4 şervanên wan û sivîlekî canê xwe jidest dan.

Ecûmena Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyekê de ragihand, ji îro sibehê ve, artêşa Tirkiyê û çeteyên wê bi çekên giran gundê Dendeniyê topbarna dikin, di encamê de 2 zarok birînda bûn.

Her wiha da zanîn,“dema şervanên wan hewl didan 2 zarokên ji ber topbarana hêzên Tirkiyê li gundê Dendeniyê yê bakur rojavayê Minbicê birîndar bûbûn rizgar bikin, 4 şervanan di bombebaranê de canê xwe jidest û 2 jî birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, li gundê Ereb Hesen jî droneke Tirkiyê maleke bombebaran kir, di encamê de welatiyekî sivîl canê xwe jidest.

Duh jî artêşa Tirkiyê xaleke Encûmena Leşkerî ya Minbicê bi dronekê bombebaran kiribû û di encamê de, 2 şervanan canê xwe ji dest dabûn û şervanekî din jî birîndar bûbû.

Kurdistan Haberleri

Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir
Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin