Yek ji Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Paul E. Funk ligel şandeke artêşa Amerîkayê serdana navçeya Minbicê kir û ligel Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş civiyan.
Li gor medya Tirkiyê Generalê payebilind Paul E. Funk di serdana xwe de tekez kir ku ji bo jinavbirîna DAIŞê dê li bajarê Minbicê bimînin. Funk herwiha gotiye ku ji bo piştgiriya hevalbendên xwe yên Kurd bikin dê li herêmê bin.
Li ser pirsa “Gelo operasyona artêşa Tirkiyê ya ser Efrînê metirsiyê bo wê çêdike yan na?” wiha bersiv da: “Na, ti metirsiyên me nînin. Di ferhanga min de metirsî nîne, karê min şer e.”
Generalê Amerîkî hevdîtinek ligel Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî pêk anî. Paul E. Funk di heman demê de da zanîn ku baweriya wî bi Rêveberiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tê.