Li gor ajansa fermî ya Misrê ragihand êrîş ji aliyê tundrewên îslamî li ser mizgefteke li başûrê Sînayê ku alîgirên hêzên ewlehiyê lê nimêj dikirin hate kirin.
Televizyona Misrî ragihand, di êrîşa terorî ya li bakurê Sînayê de, 235 kesan canê xwe ji dest dan û tê pêşbînîkirin ew hejmar zêde bibe û zêdetirî ji 120 kesan birîndar bûn.
Êrîş destpêkê bi teqîna bombeyekê bû, piştre jî çekdarên tundrew bi 4 otmobîlan mizgeft dorpêç kirin û gule bi ser nimêjkaran de barandin.
Ji çend salan ve, grûpên tundrewan li bakurê Sînayê êrîşî ser hêzên ewlehiya Misrê dikin û heta niha bi sedan kes hatine kuştin.