Serokatiya Karûbarên Olî ya li Tirkiyê li deriyê Mizgefta Mezin (Ulu Camî) a Amedê li Bakurê Kurdistanê tabloyek bi 4 zimanên Îngilîzî, Tirkî, Erebî û Rûsî daniye, lê di demekî de xelkê li bajêr Kurd in, zimanê Kurdî di nav wan zimanan de nîne.
Di meha Remezanê de bi deh hezaran kes serdana Mizgefta Mezin (Ulu Camî) a Amedê dikin. Serokatiya Karûbarên Olî ya li Tirkiyê li ber deriyê vê mizgeftê tabloyek bi 4 zimanan daniye, lê Kurdî ne di nav wan zimanan de ye.
Di tabloyê de behsa rênimayên pêwîst ên ji bo ketina nav mizgeftê tê kirin.
Amed wek bajarê ku li Bakurê Kurdistanê herî zêde Kurd lê dijîn tê naskirin, lê li vî bajarî ne tenê di saziyên hikûmetê de lê belê di saziyên giştî û şûnwarên dîrokî de jî zimanê Kurdî tê paşguhkirin.
Tevî ku salane hejmareke pir hindik a geştyarên Rûsî serdana Amedê dikin, lê belê hikûmeta Tirkiyê di nasandina hin cihên dîrokî yên bajêr weke Mizgefta Mezin a Amedê de cih daye zimanê Rûsî û zimanê xelkê bajêr, zimanê Kurdî paşguh kiriye.
Cihdana bi zimanê Rûsî û zimanên biyanî û paşguhkirina zimanê Kurdî li Amedê, di nava xelkê Amedê û kesayetiyên bajêr de bûye sedema aciziyek mezin.
Bi taybetî li ser torên civakî rexne li nebûna zimanê Kurdî di tabloya li ber deriyê Mizgefta Mezin a Amedê tê kirin ku ew tablo ji aliyê Serokatiya Karûbarên Olî ya Tirkiyê ve hatiye danîn.
Rojnamevanê Kurd ê xelkê Amedê, Mahmut Bozarslan li ser twîterê rexne li nebûna zimanê Kurdî di tabloyê de kiriye û gotiye, “Salê çend turîstên Rûs tên Amedê nizanim û heta îro nayê bîra min. Lê her sal bi deh hezaran turîst ji Kurdistana Iraqê tên. Tabloya hişyariyê ya li ber deriyê Mizgefta Uluyê bi Rûsî heye, lê bi Kurdî nîne.”
Endamê Komîteya Rêveber a Navendî ya AK Partiyê û parlementerê berê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt jî di bersiva rexneyan de diyar kir ku rexne di cih de ne.
Abdurrahman Kurt got, dê bi Serokê Karûbarên Olî re biaxive û çareseriyekê bibîne.
Rûdaw