Li Rûsya bi beşdariya çavdêrên siyasî yên Kurd û Rûs, di bin navê “Çareseriya siyasî li Sûriyê û pirsa Kurd” panelek hate amadekirin.
Li gorî hinek ji amadekarên panelê li Sûriyê êdî qonaxa serbazî êdî bidawî dibe û qonaxeke nû destpê dike. Herwiha li gorî hinekên din jî wê Kurd bikarin di dema bê de rola xwe xurt bikin.
Siyasetvan Ridwan Badînî ji Rûdawê re got: “Danûstandina aliyên Kurd bi hikûmeta Şamê re eşkere ye. Dixwazin li hevhatinekê peyda bikin, ku navê herêma xwe jî biguherin ne problem e. Lê di naverokê de di bin kontrola Kurdan de be. Kurdan jî piştî dagirkirina Efrînê dîtin ku hêzên wan nîne ku bikarin li hember hêzên navdewletî bisekinin.”
Bi nêrîna hin çavdêran, di vê qonaxê de di navbera dewletên zilhêz de meşandina gotûbêjên li ser Îdlîbê, destê Rojavayê Kurdistanê jî li hember Şamê xurtir dike.
Lêkolîner Yura Nebiyev jî got: “Amerîkayê çekên xwe yên li dijî hewayê li wir bicîh dike û ew jî karteke di destê Kurdan de. Ev yek li hember hikûmeta Sûriyê pozîsyona wan xurtir dike.
Şarezayekî rûs jî bawer nake ku bi tevê piştgiriya Rûsya û Îranê hikûmeta Sûriyê bikare tevahiya erdê Sûriyê careke din kontrol bike.
Şirovekarê siyasî Vadîm Makarenko di vê derbarê de diyar kir: “"Amerîka û heta Tirkiye û dewletên din naxwazin ku hemû herêmên derveyî kontrola Şamê dîsa vegerin bi desthilata wê. Herêmên îro derveyî kontrola hikumeta Sûrîyê de ne, ewê bibin bingehê ji bo Sûrîyeke ne merkezî û Sûrîyeke federal.”
Rûsya, ji bo çareseriya pirsgirêka xwe bigerin, her tim berê aliyên Rojavayê Kurdistanê dide Şamê, Lê tevî vê yekê jî heta nuha Moskovayê Kurd beşdarî tu plaformekî fermî nekiriye, ku çareseriya qeyrana Sûriyê tê de têne gotûbêjkirin. Weke diyar e, di vê diyaloga Şam û Rojavayê de jî Moskovayê tu roleke fermi negirtiye.