Li Mûşê muxtarên 4 gundan ji kar hatin dûrxistin

Muxtarên çar gundên ser bi navçeya Milazgira parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ji kar hatin dûrxistin.‎

Navenda Nûçeyan - Li gor medyaya Tirkîyê, bi biryara Wezareta Navxwe ya wî welatî 12ê Sibata îsal di operasyonekê de hêzên ewlekarîyê yên Tirkîyê bi ser malên muxtarên 4 gundên ser bi Milazgirê de girtin.

Di wê operasyonê de, muxtarê gundê Yeramîşe Mehmet Kaya, muxtarê gundê Axwêran Milazim Altun, muxtarê gundê Elîqarxane Sertip Demir û muxtarê gundê Qasimî Salih Soylemez hatin desteser kirin.

Ew her çar muxtar bi hinceta ku hatine desteserkirin, bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkîyê ji kar hatin dûrxistin.

Tê çaverêkirin ku li şûna wan muxtaran qeyûm bên danîn.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e