Navenda Nûçeyan- Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihandîye, li nav bajarê Mûsilê 5 çekdarên DAIŞê hatin girtin ku yek ji wan, dema Mûsil di destê DAIŞê de bû, qazî bûye.
Li gorî agahîyên wê wezareta Iraqê, wan çekdarên DAIŞê xwe veşartibûn lê di encama xebatên îstixbaratî de hatin girtin.
Çavkanî: Basnews