Li nav gola Wanê de herî kêm 7 penaber mirin

Qayîka penaberên qaçax li nav gola Wanê ya Bakûrê Kurdistanê de ket binê avê, herî kêm 7 penaber mirin.

Navenda Nûçeyan- Walîtîya parêzgeha Wanê ya Bakûrê Kurdistanê ragihandîye, derengîya şeva borî qayîkek, ku tijî penaberên qaçax bû û dixwastin ji Wanê derbasî parêzgeha Mûşê bibin, li nav gola Wanê de û li nêzîkî navçeya Adilcewaz ya Bitlîsê ket binê avê.

Walîtîyê daye zanîn, di wê rûdanê de 7 penaber mirin û 64 kes jî hatin rizgarkirin û girtin.

Li gorî agahîyên walîtîyê, tevahîya penaberên han xelkê Pakistan, Bengladêş û Efxanistanê bûn û dixwastin derbasî alîyê din yê gola Wanê bibin. 

 Basnews

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e