Li navçeya Hênê ya Diyarbekirê agir bi daristanê ket

.

 Hate ragihandin ku îro 18ê Tebaxê li navçeya Hêneyê ya bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, agir bi daristanekê ket ku hewla vemirandina agir didome.

Li taxa Nêribê Axon û Nêribê Yûsifan ên navçeya Hênê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanekê ket ku bilez li beşeke din a daristanê agir belav bû.

Piştî agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Daristanan û agirvemirandinê gihîştin cihê bûyerê û dest bi vemirandina agir kirin.

Hate ragihandin ku ji bo vemirandina agir 4 wesayîtên agirvemirandinê, helîkopterek ji hewayê ve û 30 karmend û xelkê navçeyê dixebitin.

Kurdistan Haberleri

Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê bi dirûşma 'Dîsa Govend' dest pê dike
Bazirgan dixwazin deriyê Nisêbîn û Qamişloyê vebe: ‘Me bêriya hev kiriye’
Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li hev civiyan
12 eyaletên Dewletên Yekbûyî ji bo rawestandina bacên bilind doz vekirin