Li navenda Efrînê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li navenda bajarê Efrînê teqînekê rû da û di encamê de jî zarokekê canê xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Teqînek li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê rû da. Teqîn li Çerxerêya Newrozê li nav bajarê Efrînê çê bû, û di encama wê teqînê de zarokekî canê xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn. Heta niha ti alîyan ew teqîn li xwe negirtine.

Duh jî li navenda navçeya Bilbilê ya ser bi Efrînê ve teqînekê rû da bû.

Efrîna Rojavayê Kurdistanê 18ê Adara 2018an ketibû destê Tirkîyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve. Ji wê heyamê heta li herêma Efrînê ji berdewam teqînên bi vî awayî çê dibin, û di encamê zirar û zîyanên canî û madî çê dibin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e