Rêveberê Nehiya Quştepe ya Hewlêrê ragihand ku çend guleyên hawinê yan jî moşekên 122 milîm li nêzîkî gundên Dolebekre, Doleze, Eliyawa, Teterawe û Baştepe yên ser bi nehiya Quştepe ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê ketin xwarê.
Hat diyarkirin ku ew guleyên hawinê li çolê ketine û ti zirarên madî û giyanî tune ne.
Li aliyê din medya nêzîkî Heşda Şeibî ragihandiye ku bombebaran bi rêya 7 moşekên 122 milîm hatiye encamdan, lê belê li ser aliyê berpirsê bombebaranê ti agahî nehatiye eşkere kirin.