Li Nînowayê Ofîsa Madeya 140 tê vekirin: Wê 20 kes tê de bixebitin

.

 Hate ragihandin ku girêdayî madeya 140 li parêzgeha Nînowayê ofîsek tê vekirin û wê 20 fermanber bi awayê girêbest tê de bên bicihkirin.

Endamê Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dûberdanî îro 26ê Sibatê eşkere kir, “Piştî bizav û tekoşîneke zêde, me karî razîbûnê ji bo vekirina nivîsîngeheke girêdayî madeya 140ê li parêzgeha Nînowayê werbigirin.”

Şêrwan Dûberdanî got, “20 fermanber bi awayê girêbest ji bo wê nivîsîngehê têne bicihkirin. Vekirina vê ofîsê xwedî girîngiyeke mezin e ji bo Kurdên deverên madeya 140. Wê her pirsgirêk û alozî ji vê nivîsîngehê re bên gihandin.”

Dûberdanî diyar kir, “Her sal yek milyar dînar ji bo welatiyên deverên madeya 140ê tên xerckirin, lê heta niha Kurdên wî sînorî jê mifadar nebûne û ji niha û pê de mifadar dibin û bi çend qonaxan pere werdigirin, ku 10 milyon dînar bi her welatiyekî Kurd tê dayîn.”

Şêrwan Dûberdanî da zanîn, “Ev deverên dikevin sînroê parêzgeha Nînowayê; qezayên Şingal û derdorên wê, Zimar, Qehtaniye, Telkêf û derdorên wê, Şêxan û derdorên wê, Hemdaniye û derdorên wê, Başîk û Mexmûr û derdorên wê ne.”

Kurdistan Haberleri

Semînerek li ser ola êzdî tê li dar xistin
Ji Firat Epozdemîr re 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser Sûriye û Tirkiyeyê daxuyanî da
Serok Barzanî û Aras Hebîb danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraqê dikin
Serok Barzanî: Berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê PDK û YNKyê