Li Ormîyê du birayên kurd hatin bidarvekirin!

Çend sal berê ji ber kuştina du birayan hatibûn girtin

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Ormîyê yê Rojhilatê Kurdistanê, du girtîyên kurd, ku her du jî birayên hev bûn, hatin bidarvekirin.

Malpera Hengaw ragihandîye, îro danê sibê du kes li girtîgeha Ormîyê hatin bidarvekirin.

Li gorî agahîyan, ew du kesên han ku birayên hev bûn, 5 sal berê di şerekî de du kes li gundê Pîrgul yê Ormîyê kuştibûn û hatibûn girtin. Dadgehê jî fermana mirinê wan dabû.

Ew kesên ku hatine bidarvekirin, ev in: Darûş Derwîşpûr (35 salî) û Daniş Derwîşpûr (27 salî). Xelkê gundê Dileder yê Ormîyê bûn. Yên ku hatibûn kuştin jî, Akif û Kemal Yûsifî û xelkê gundê Pîrgulê bûn.

 Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e