Li Ormîyê du girtîyên kurd hatin bidarvekirin

Du girtîyên kurd di girtîgeha navendî ya bajarê Ormîyê de hatin bidarvekirin.

Navenda Nûçeyan - Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandîye, îro danê sibê du girtîyên kurd di girtîgeha navendî ya Ormîyê de hatin bidarvekirin.

Li gorî agahîyan, ew girtîyên han bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.

Navê yek ji wan girtîyan, Yasir Resûlî (33 salî) xelkê bajarê Bokanê bû û 8 sal berê bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin.

Navê yê din jî Zirar Peyamî (53 salî) û xelkê bajarê Şino bû û sê sal berê li ser avdanîyê welatîyekî 30 salî bi navê Kawe Meirûfî kuştibû.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e