Li Ormîyê hejmara mirîyên Koronayê gihîşt 174 kesan

Li parêzgeha Ormîyê ya Rojhilatê Kurdistanê du kesên din bi vîrusa Koronayê mirin û 41 kes jî pê ketin.

Navenda Nûçeyan - Li gorî amarên fermî, duhî li bajarê Ormîyê kesek û li bajarê Pîranşarê jî kesek bi vîrusa Koronayê mirin û hejmara mirîyan gihîşt 174 kesan.

Li gorî amarên han, di nav 24 saetan de li seranserî parêzgeha Ormîyê 41 kes jî bi vîrusa Koronayê ketin û hejmara berkeftîyan gihîşt 3 hezar û 4 kesan.

Heta niha li parêzgeha Ormîyê 1480 kes baş bûne.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e