Malpera Mafê Mirov Hengaw ragehand, îro saziya dadweriya Îranê girtiyê siyasî yê kurd Kemal Ehmedînijad li girtîgeha bajarê Miyanduawê bi tewana endambûna Hizba Demokrata Kurdistanê darve kiriye.
Li gor heman çavkaniyê, bicîhanîna cezayê darvekirina wî girtiyê siyasî yê kurd, bê agahdarkirina malbat û kesûkarê wî pêkhatiye.
Kemal Ehmedînijad xelkê gundê Gamêşgolî yê Miyanduawê bû û payîza sala 2014ê li gel 5 kesên din ên bi navên ‘’Mîlad Ebdî, Seîd Siyahî, Silêman Kirî, Mistefa Tahîrzade û Helmet Ebdulahî’’ bi tewana kuştina endamek sipaha pasdarên Îranê yê bi navê Haşim Zeynalî hatibûn girtin.
Sala 2015ê havînê, ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve cezayê darvekirinê bo Kemal Ehmedînijad hate dayîn û pênc kesên din jî her yek ji wan bi 15 sal cezayên darvekirinê, hûkim li wan hat birîn.