Semîner bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpê kir û Cîgirê Serokê PAKê Kasım Ergün axaftinek kir.
Ergünî, bi taybet girîngiya xwedîlêderketina şehîdan û sedemên têkçûna serhildanên Kurdistanê sekinî.
Piştî Ergünî, Cîgirê Serokê PAKê û weşanger Mehmet Gül, semînerek pêşkêşî guhdarvanan kir.
Mehmet Gül, bi taybet hêla siyasî ya têkbirina têkoşîna Seyîd Rizayî nirxand û got: Seîd Riza û hevalên wî, cangoriya siyaseta TCyî ya li ser tunekirina miletê Kurd in û sekna Seyîd Riza û hevalên wî di têkoşîna man û nemanê ya miletê Kurd de xwediyê cihekî taybet e, ku neyarên wan jî rêz li wan girtine."
Piştî Mehmet Gül, nivîskar û lêkolîner Cemal Taş, li ser serhildana Dêrsimê, encamên wê yên siyasî û bi taybet kesayet û malbata Seyîd Rizayî zanyariyên giranbuha dan.
Elaqeyeke berbiçav li van herdu semînerên Mehmet Gül û Cemal Taşî hatibû kirin û bi beşdariyeke girseyî Seyîd Rizayî û hevalên wî û şehîdên komkujiya Dêrsimê bi hestiyarî hatin bibîranîn.