Îro 20ê Çileyê li Teşkîlata Wanê ya PAKê, bi hilkefta bîranîna ezmûneya Komara Kurdistanê û Pêşewa Qazî Mihemed panelek hat lidarxistin.
Hereketa Azadî, Nivîskar û Weşanger Kahir Bateyî û Xalid Sadinî, nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û gelek partî û kesayet beşdarî civînê bûn.
Di panelê de Endamê PAKê Hüsamettin Acar bi tirkî, Nivîskar û weşanger Kahir Bateyî jî bi kurdî behsa damezirandina Komara Kurdistanê ya Mahabadê, liv û tevgerên siyasî û civakî ya Pêşewa Qazî Mihemed û tevlîbûna Mele Mistefa Barzanî bo şoreşa Mahabadê û pêvajoya dewletbûnê û damezirandina sazî û dezgehên wekî kovar, rojname, komele, radyoyan hat kirin.
Herdu axaftvanên Acar û Bateyî ezmûneya Komara Mahabadê bilind nirxandin û gotin ev ezmûne kiriye ku bo 'mafê diyarkirina gelan ji aliyê wan bixwe ve' bû weke hîmekê û cara pêşî bû ku tevgerek ji aliyê rêxistineke siyasî ve hat organîzekirin û mirovên ji beşên cuda yên civakê, wek eşîr, rêberên olî, şarezayên bajarî anîne cem hev.