Navenda Nûçeyan- Duhî li gelîyê Nîlom li herêma Keşmîr ya Pakistanê, aşût (şepe) hat.
Li gorî agahîyan, ji ber wê aşûtê herî kêm 57 kes mirin.
Tê gotin ku gelek kes jî di bin aşûtê de mane, ji ber wê jî tirsa wê heye hejmara mirîyan zêde bibe.
Xelkê wê herêmê dibêjin, di heyama 20 salên borî de berfirek wiha neketibû.