Li Kurdistan a Bakûr li navçeya Paloyê li seha daristanî nêzî 200 dekar daristan şewitî. Bo li ber şewatê rê bigrin xebata tîmên vemirandina agir dewam dike.
Qeymeqamê Paloyê bi Rêvebiriya Daristanê, rêvebiriya parêzgehê ya taybet, bi tîmên vemirandina agir yên şaredariyên Palo û Kovancilarê tev çûn ciyê bûyerê û xebata vemirandinê dewam dike.