Bi minasebeta salvegera koça dawîn a sê têkoşêrên Kurdên Fransayê; Weqas Çelik, Dr. Cemal Budak û Mihemed Elî Akagunduz, bi înîsiyatîfa Federasyona Komeleyeên Kurd li Fransayê û hevkariya Enstîtuya kurdî ya Parîsê û Nûnerayetiya Hikûmeta Kurdistanê li paytextê Fransayê û beşdariya bi sedan Kurdên Fransayê, li Parîsê, li salona AGECA-yê, di 18/12/2021-ê de,civîneke bîranînê pêk hat.
Di civînê de, endamên malbata van hevalan, dost û hevalên wan û kesên ku ew nas dikirin bîranînên xwe anîn zimên û bahsa têkoşîna wan kirin.
Di civînê de birayê Weqas, Azad bidirêjî bahsa jiyan û têkoşîna wî kir. Keça Weqas, Roza Çelîk jî axivî û wiha bahsa bavê xwe kir: “Hûn hemî bixêr hatin, sipas ji bo organîzekirina vê bîranîna ji bo bavê min, ji bo apê Cemal û ji bo apê Mihemed Elî. Bavê min birasî jî evîndarê welatê xwe bû, hemî jiyana wî kurdîtî bû. Yên ku bavê min nas dikin zanin ku wî ji futbolê û sporê gelekî hez dikir. Dema ku li van yariyan dinêrî, herdem aliyê tîmên ku dostên Kurdan bûn digirt. Digot bera tîmên biçûk qezenc bikin, ew herdem alîkarê merivên kedkar bû. Bêedaletî tahmûl nedikir û ez bawer dikim ji bo wê hîn ji zarokatiya xwe de dest bikar û xebata şoreşgeriyê kir. Wî herdem heq û hiqûq dixwest, ji bo miletên bindest, ji bo însanan, ne tenê ji bo xwe, ji bo herkesî heq dixwest. Ez bawer dikim ku bitenê merivekî wiha dikare hemî jiyana xwe ji bo hemî miletê xwe feda bike. Birastî bavê me, ji me re çu caran qala dijwariya şoreşgeriyê nedikir. Ez û xwişk û birayê xwe, em gelek tiştê li ser wî ji malbatê, ji gundiyan û ji biyografiya ku hevalên wî amade kiribûn fêr bûn. Weke mînak, xelkê gund dibêjin ku bavê min li çiya gelek birçî, li ber sar û sermê maye. Bavê me ji me re çû caran bahsa van tiştan nedikir, herdem qala hevalên xwe, bahsa çiyan û çeman dikir. Bikurtayî her dem qala tiştên xweş dikir. Bavê min ji gundê xwe gelekî hez dikir, lê ne tenê ji gundê xwe, wek hûn dizanin wî li Dêrsimê û rojavayê Kurdistanê jî şoreşgerî kiriye. Her tim digot ez ê we bibim Dêrsimê, ji ber ku Dêrsim xweş e û Dêrsimî durist in. Dema ku Daiş kete Kobaniyê, xew nediket çavên wî, ji ber ku digot min çu carî xelkekî weke xelkê Kobaniyê miletperwer û mevanperwer nedîtiye. Dma ji bo Referandûma serxwebûnê çû başûrê Kurdistanê jî digot, ez ê malekê li Dihokê çêkim. Xewn û xeyalên wî gelek bûn û gişt jî li ser Kurdistanê bûn. Bihesreta welatê xwe, axa xwe, gundê xwe bû. Dema ku dibû havîn, her sal gava ku malbata me diçû welêt -ew nikaribû biçûya- ev ji bo wî êşeke mezin bû. Ew sîh û şeş salan ji welatê xwe sigûn ma, her tişt qebûl dikir, lê sirgûnî qebûl nedikir, sirgûnê dilê wî diêşand. Ez dixwazim helbesteke wî bi we re par vekim, bavê min gotiye: “Min di quncikê hêla xwe ya çepê da / Ji xwe ra malikek çêkir / Roj çûn, hefte çûn, meh çûn / Demsal çûn sal çûn / Derbeder bûm duger biduger / Temenê min bû pêncî û heft sal / Tu hîn li şûna xwe diçirûsî bermaliya min / Ji te dûr im, mal wêran im / Derbeder im, bêwar im / Birîn xedar im, bêkesa min./ Feqazê Husî Memê.
Ji bo bîranîna Dr. Cemal Budak jî, li ser navê malbatê birayê wî Dr. Zekî û lawê Cemal, Mesîl axivîn. Dr. Zekî got: “Ez ji bo amadekirina vê bîranê sipasiya hevalan û ji bo amadebûna we jî sipasiya we hemiyan dikim.Birêz Şerîfe, xanima kek Cabîr (Feqazê Husî Memê / Vakkas Çelik), min ew weke Weqas nas dikir, di serî de bila serê we sax be, yê me tevan sax be. Bila gelê Kurdistanê sax be, ez taziye û himetên xwe pêşkêşî malbatan dikim. Hevalên hêja hûn hemî bixêr hatine, bi ser çavan re hatine. Kekê min Cemal, ez naxwazim zêde bahsa wî bikim, ji bakurê Kurdistanê ye, di sala 1950 de, li gundê Hêlînê yê bajarokê Farqînê kuew jî li ser Diyarbekirê ye hatiye dinyayê. Du salan li mekteba gund xwend, di duv re ku mala me hate Farqînê, li wir xwendina xwe ya seretayî temam kir û dibistana navîn jî li wir xwend. Paşê hate Diyarbekirê û li wir Lîseya Ziyagokalp qedand. Paşê bi puanekî gelekî bilind Endazyariya Kîmyayê li Zanîngeha Hacettepe ya Enqerê kar kir û xwendina xwe bi awayekî serketî temam kir, li Fransayê jî Doktora xwe li ser Kîmyayê kir. Îcar ku ez bahsa jiyana wî ya kurdewarî bikim, wî ji muzîka kurdî ya klasîk, dengbêjên kurd pir hez dikir. Ji xwe di warê zanistî yê xwendina xwe de, di warê matematik, fizîk û kîmyayê de gelekî jîr bû. Her wiha di warê zimanê kurdî de pir hesas bû û di 1971ê de li Enqereyê dersa ziman û dîroka kurdî da. Li wir ders û semîner didan bi sedan xwendekarên Kurdistanî.Kurdên Dêrsimî yên ku zaravayê wan kirmanckî (dimilî/zaza) jî bûn dihatin ders û semînerên wî guhdarî dikirin, ku di nav wan de Mazlûm Dogan jî hebû, min ji devê Dogan bixwe bihîstiye, ku digot Cemal me hînî kurdîtiyê kir, lê em gîhaştin hinekî din. Ji bo wê jê re digotin Kebîr, Kîtabûl kebîr, Kitêba mezin, hinekan jî ji ber dilpakiya wî jê re digot Gundî. Wê demê xwendekarên zanîngehê di bin êrîşên faşîsta de bûn, tevî bêderfetiyê jî wî ji xwe re demançeyek kirîbû ku pê xwe û hevalên xwe ji van êrîşan biparêze. Çi perên wî jî hebûna bi hevalên xwe re, ji bo doza xwe mesref dikir. Di hemî çalakî û xwepêşandanên kurdî de amade bû û têkoşîna xwe bibêdengî domand. Birastî însanekî zana û jîr bû, li duv xwe sê zarokên zîrek û welatperwer hişt. Deriyê wî herdem ji kurdan re vekirî bû, çavê wî têr bû û dixwest ku mêvan û sohbeta wî geş be. Bi wî awayî mezin bûbû û ta dawiya jiyana xwe wiha dewam kir. Ez careke din van her sê Egîd û têkoşeran, ku li duriyê, xerîbiyê weke penaber canê xwe dan û bi hesreta Kurdistaneke azad jiyan, li hemberî dagîrkeran bêrawestan têkoşan û miletekî azad û Kurdistaneke serbixwe parastin, alaya kurdî di her meş û çalakiyê de bilind kirin û nexwestin bikeve erdê birêzdarî bibîr tînim.Hêvî dikim yên ku wan bibîrtînin ji bona serxwebûn û azadiya Kurdistanê vê alayê her bilind bikin û nehêlin bikeve erdê...”
Kurê Cemal, Mesîl Budak jî wiha bahsa bavê xwe kir: “Beriya her tiştî ez dixwazim sipasiya we amadebûyan, hemî komele û rêxistinên Federasyona Kurdên Fransayê û birêz Feysel û Erdelan bikim, ku ev civîna bîranîne amade kirine. Weke apê min jî got bavê min di 1950, 51, 52 de, kengî bûye em jî nizanin, li gundê Hêlînê yê li ser bajarê Farqînê ji dayik bûye. Farqîn bajarekî bajarekî ne huqa mezin e, ez du caran çûmê, nifûsa wê belbî niha 50-60 hezar be. Lê di dîroka Kurdistanê de Farqîn weke paytexta dewleta Merwaniyan tê nas kirin û ev hezar sal derbas bû, lê heta aniha jî Farqîn girêdayî kurdîtiya xwe maye. Malbata Budak jî, di dema tengasiyê de û di demên xweş de jî her malbateke welatparêz maye û Kurd bû, birastî jî kurd bû. Bavê min jî di nav vê malbatê de mezin bû, weke apê min got, ji bo xwendina xwe çûye Diyarbekirê, ji wir jî çûye Enqera, Hacettepeyê ku zankoya yekemîn a Tirkiyê bû, wê wextê. Ez bawer dikim bavê min merivekî cida bû, ez wiha dibêjim ne ji ber ku bavê min bû, lê merevkî zana, merevkî biaqil bû, merevkî xwenda bû. Hertim jî gunehê wî bi merivan dihat, bitaybetî jî bi Kurdan dihat. Sê hefte berê em çûn Amedê ji bo salvegera koça dawîn a bavê min. Li wir Dapîra min ji min re bahsa çîrok û serbûriyên wî kir, zaroktiya wî kir. Digot ku wextê ji mektebê derdiket, rast nidihate malê, berî diçû ders dida zarokên din ên mektebê. Îcar dapîra min ango diya bavê min, pê re dixeyidî digot Cemal tu çima diçî ba zarokan, tu çima nayê malê. Bavê min jî gotiyê xelk feqîr in, gunene, ez dixwazim alîkariya wan bikim. Ji bo bavê min meriv zengîn bûna jî, li ber çavên wî feqîr, gune bûn. Îcar kurdek ji kî derê bihata, ji Bakur, Başûr, Rojhelat, Rojava bûna, hemî kurd yek bûn li ber dilê wî. Ji bo wî hertim Kurd feqîr û guneh bûn. Ez dixwazim bahsa anekdotekê bikim, pazde sal berê, bavê min carinan ji bo tercemê gazî dikirin, Dadgeha Parîsê, ya Bobigny bû nizanim, dibêjin were ji me re tercumaniyê bike. Piştî ku derket çû, gava vegeriya du mêvan jî bi xwe re anîn: jineke, Dihokî, xelkê Amediyê bû nizanim, û xortekî ji Silêmaniyê bû. Ji ber ku ciyê wan ê mayîne tunebû, nizanibûn wê herin ku derê, bavê min ew anîbûn malê. Êvarî me şîva xwe xwar, sohbeta xwe kir û em razan. Adinî rojê bavê min ew birin heqê tirêna wan jî da û ew teslîmî merivên wan kirin. Pereyê ku ji tercumaniyê qezenc kiribû li mêvanê xwe serf kir û ji bo vê jî pir kêfxweş bû. Mana vê çîrokê ev e, ev mîrasa bavê min e, ku ji me re hiştiye; miletê kurd gune, bêxwedî û mezlûm e, divê em alîkariya wî bikin. Em dibênin di nav Kurdan de neyartî û dexesî jî heye, ji ber wê rewşa wan nebaş e, heke Kurd gişt weke bavê min bûna dê rewşa wan hîn baştir bûya...” Mesîl, avavtina xwe bifransî jî bikurtî dubare kir.
Li ser navê malbata Mihemed Elî Akagundiz jî birayê wî Deşo û hevalê Weysî Barak axivîn. Barak wiha bahsa wî kir: “Dost û hevalên hêja, em îro ji bo bîranîna sê hevalên me yên hêja yên dilsozên doza Kurdistanê civiyane;kek Cabir (Weqas), kek Cemal Budak û kekê Mihemed Elî. Me ev hersê welatparêzên dilsoz jî, di van salên dawiyê de wenda kirin. Min kek Cabir li Parîsê nas kir, birastî jî Kurd bû, Kurdewar bû, bi çanda kurdî dijiya. Ev belkî bîst sal bû me hev nas dikir, min tu carî nedî ku ji bilî zimanê kurdî bi zimanekî din bi me re axivî. Pir bawermend bû girêdayî çanda xwe bû. Mirovekî pir dilsoz bû, birastî min nedî çu cara bikesekî re nîqaşeke tund bike, dilê wan bihêle, bişkîne. Birastî welatparêz bû dilsoz bû. Kek Cemal Budak jî berî bi sîh salî me hev nas kir, li kempa penaberên Başûrî, ku piştî karesata Helebce ûn Enfalê hatin li Fransayê bicîh bûn, li Clermont-Ferrand-ê hev nas kir. Me tercumaniya wan, ji bo amadekirina dosyayên wan dikir. Birastî axavtina li pey van hevalan ji bo min gelekî giran e, meriv nikare hest û bîranînên xwe birêkûpêkî bibêje. Kek Cemal ji muzîkê jî pir hez dikir, ji ber ku min li tembûrê jî dixist em bêtir nêzî hev bûn. Mirovekî pir zana û hêja bû, lê helîm û bêdeng bû, min tucarî ew bistres nedît.Ev heval ji ber ku li derveyî welatê xwe li sirgûniyê mane, şehîd in.Hemû kar û xebat, têkoşîna wan ji bo doza miletê kurd bû. Qanûna jiyanê ev e, em ji xwezayê tên, dîsa vedigerin xwezayê. Ya girîng ew e ku di vê jiyanê de meriv çi tiştê baş ji bo xwe, ji bo derdora xwe, gelê xwe, bîr û baweriyên xwe kiribe. Ez dixwazim çend gotinan li ser kekê Mihemed Elî jî bêjim ji ber ku ew jî sîh sal bû ku me hev nas dikir. Piştî koça wî, li Ensîtuya kurdî ya Parîsê bi tevlîbûna malbat û nas û dostên wî, bîranînek pêk hat. Li wir jî, dîsa nûnerên partî û rêxistinên cuda, yê PDK-Î, PAK-ê, Hak-Par-ê, yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, komeleya Efrîn Espoir amade bûn. Me ji Mihemed Elî re digot Pîro, hûn gişt wî nas dikin, navê ku ez bînim bîra we, merivekî birastî jî dilsozê welat û gelê xwe bû, pir fedekar bû, alîkariya bisedan merivan kiriye, li mala xwe cîh daye wan, kar daye wan, alîkariya diravî bi wan re kiriye. Ev xusûsiyetên pir girîng in, di jiyana mirovan da.”
Paê di civînê de, li ser navê Hikumeta Herêma Kurdistanê Rewan Hussein,Enstîtuya kurdî ya Parîsê Joce Blau û nûnerên rêxistin û partiyan jî axivîn.
Nûnerê PAK-ê Îhsan Aydin jî wiha xeber da: “Silav ji we tevan re, dost û hevalên hêja, sersaxî ji bo malbatên hersê şehîdên me, me gelek kes bi vê mîrata Koronayê li der û dorê wenda kirin, çi li Ewropa, çi li welêt, lê ev her sê hevalên me, em bisalan bi hev re bûn. Em ne weke nûnerên rêxistinên cihê, weke perçeyekî yekpare bi hev re bûn, bi hev re tevdigeriyan. Cihê wan birastî jî zahmete bê dagirtin, dilê me dişewite, lê em çi bikin weke hevalên din jî gotin, îro zarokên wan bi vî hestê netewî xeber didin ku ev yek dilê me gişan hînik dike. Mihemed Elî, çi çalakî hebûna me bi hev re kar dikir, ferq di navbera me de tunebû jixwe. Carekê telefonî min kir, got ‘Ihsan min te xiste komîteyekê’. Min got, Mihemed Elî komîta çi ye? Got,‘Wele tu ne li wir jî bûyî, min te xistê!’ Min got, qurban ez ne hazir im. Ê got, ‘Qurban te negot tu wekîlê min, ez jî dibêjim tu wekîlê min î’. Min jî got, ser çavên min. Însanekî di wê baweriyê de bû ku ferqa me tuneye. Kek Weqas dîsa wiha, hemî kar û xebata ku li vir pêk dihat van her sê însanan jî bê rawestan, bêwestan baz didan, çi ji destê wan dihat dikirin. Êşa me giran e, lê em nebêhêvî ne, riya wan berdewam e. Em di vê civatê de rengekî Kurdistanî dibênin, ev berî hemî tiştî, beriya partî û rêxistinan tê. Kek Zekî, kek Azad, kek Heder û Deşo, ev hevalên ku çûn, ne tenê birayên we bûn, ên me hemiyan bûn, em bi vî awayî lê dinêrin. Ez hêvî dikim ev rengê Kurdistanê bêferq û cudayî di bin alaya Kurdistanê de berdewam bibe. Xwişka Şerîfe (xanima Weqas) û Mona (xanima Cemal) serê we û yê gelê Kurdistanê sax be...”
Yakup Karademir/RN/Parîs