Li Parîsê civîna danasîna Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

.

Roja 22.10.2023yê li Parîs a bajarê Fransayê, Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), li hola Enstîtuya Kurd a Parîsê de, civîneke danasînê li dar xist.

Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PWKyê Nîmet Mumtaz Aydin û endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Îhsan Aydin, di derbarê pêvajoya ava kirina PWKyê û bîr û bawerîyên wê de agahdarîyên berfireh dan.Paşê jî pirsên beşdaran bersîvandin.

Li gel endam û alîgirên PWKyê, nûnerên partîyên sîyasî, sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd beşdarî civînê bûn.

Nûnerê Ofîsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rewan Huseyin, Nûnerê PDK-Îran Erdelan Abdulahî, nûnerê Bizotneweya Serxwebûnxwazên Kurdistanê Cemal Porkerîm û nûnera Partiya Yekîtîya Demokrat a Kurdên Sûrî Zînê Jemo di civînê de axaftin, pîrozbahî li PWKyê kirin.

Herweha gelek beşdarên civînê yên din jî pîrozbahî kirin.

Civîn di atmosfereke berhemdar de derbas bû.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e