Bi piștgiriya Enstîtuya kurdî ya Parîsê û Înisiyatîfa Kurdên Fransayê ku ji gelek partî, rêxistin û kesayetiyên serbixwe pêk tê xwepêșandanek di 24ê çileya pașîn de li hember Parlamentoya Fransayê pêk hat. Di xwepêșandanê de, Kurdên parîsê bi ala Kurdistanê li gel Fransiyên dostê Kurdan amade bûn û șîarên weke “Bijî Efrîn, bijî Kurdistan, Qatîl Erdogan, Terorîst Erdogan û hwd.” avêtin û nerazîbûna xwe li dijî bêdengiya hevpeymaniya Rojavayî diyar kirin.
Di xwepêșandanê de Senator Patrick Kanner, nûnerên partî û rêxistinên siyasî ji çar beșên kurdistanê jî amade bûn û mesajên xwe xwendin. Her wiha hate ragihandin ku roja șemiyê 27ê çileya pașîn, dê li meydana "République"ê li Parîsê xwepêșandaneke berfirehtir pêk bê.
Hêjayî gotinê ye ku li Senatoya Fransayê jî, di 23/01/2018an de, li ser Operasyona eskerî ya Tirkiyê, senator Patrick Kanner ji Srokê Senatoyê û Serokwezîr pirsek kiribû û gotibû; “Gelek gund û bajarokên Efrîne ketin ber êrîșa artêșa Tirk. Armanca vê êrîșê YPG ye, ku yek ji hêzên demokratîk ên Suriyê ye. Ev êrîș bû sedema gelek qurbaniyên sivîl û di nav wan de pir jî zarok hene. Ev rewșeke dramatîk e, ji ber ku herêm ji alî Kurdan ve tê birêvebirin û heta niha ciyekî ewle bû. Enqera bi midaxeleya xwe ya ji bejayiyê ve, pirsgirêka heyî aloztir û kurtir dike û hêzên herêmî bera hev dide. Erdogan dibêje ku dê bișûn de gavê navêje, lê weke hûn jî dizanin YPGê li hemberî Daișê rahiște çekan û di têkbirina wê de roleke mezin lîst. Ji bo wê jî ew yek ji pêkhatên serekî yên li dijî terorê ye. Ev yek me nerihet dike, ji ber ku Tirkiye endama Natoyê ye û mafên mirovî di qada navneteweyî de bin pê dike. Fransa dê ev pirs di civîna NY de bianiya rojevê, hûn dikarin me ji vê yekê agahdar bikin gelo? Em hêvîdarin ku li heberî vê provokasyona ku navê “katê zeytûnê” lê kirine tedbîrên pêdivî bên stendin û oprasyon yekser raweste.
Her wiha, doh Paul Molac jî, li parlamentoyê di vî warî de xeber da û pirsek ji wezîrê karê derve Jean-Yves Le Drian kir û got:“Hikûmeta tirkî kêmayetiyên xwe naparêze, hebûna wan înkar dikie û dixwaze wan bitevayî tune bike. Pêșî Ermanî tev kuștin, niha jî gund û bajarokên Afrînê li Kurdistana Suriyê bombebaran dike. Ji hewa de bombe dike û li erdê jî operasyonê dike. Gelek kesên sivîl û her wiha jî șervanên YPGê bi taybetî jî yên jin ku di têkoșîna li dijî Daișê de rolekî girîng lîstin û sekmanên bijartî bûn -koma ekolojîstan bi çepikan axavtina wî birîn. Ev axa Kurda heta niha ji șer û pevçûnan dûr bû, gelek penaberên Suriyê hewan din. Tevî vê jî Erdogan, terorîszmê ji xwe re dike mahne, lê herkes dizane ku têkiliya wî bixwe bi cîhadîyan re heye. Di têkoșîna li dijî barbarên Daișê de, Kurd hevkarên herî nêzîk ên Hevpeymaniya rojavayî bûn, ku Fransa jî yek ji endamên wê ye. Divê em têkiliyên tirkiyê yên bi vê Dewleta xwedêgiravî îslamî re jî jibîr nekin. Tirkiye dixwaze șerekî nû li dijî Kurdan bide dest pê kirin. Hevkariya herêmî ya di navbera wê, Îran, Suriye, Iraq û Rûsyayê de li dijî Kurdan e, tevî ku wan bimêrxasî li dijî Daișê bi piștgiriya Fransa û DYAyê șer kirin. Gelo em ê Kurdan bitenê bihêlin? Brêz wezîr, niha Tirkiyê li dijî wan șerêkî bitevayî dest pê kiriye. Fransa wê çawa giraniya xwe dêne ku li NY û li Ewrûpayê han bide û rê li ber vê midaxeleya eskerî ku qesta hevkarê me yê herî nêzîk kiriye bigre û pirsa Suyriyê çareser bike?
Jean-Yves Le Drian ji wiha bersiv da: “Birêz Paul Molac, Serokkomar doh bi Erdogan re hevdîtinek pêk anî ku li ser vê pirsê bipeyivin. Jê re got em pabendê ewleyiya Tirkiyê û sînorên wê ne, lê em ji ber vê operasyona eskerî ya li herêmeke birîsk jî dilgiran in. Min jî bi hevkarê xwe yê tirk re, roja yekșemê bi telefonê û doh jî li Parîsê mesele anî zimên. Sibê bi serkirdayetiya NY li Viyanayê em ê li gel hemî pêkhatên Suriyê bicivin, ez hêvî dikim ku dê heleke aștiyane ji vê pirsê re bê ditin.”