Li paytexta Fransayê Parîsê li Cadeya Şanzelîzeyê êvara Pêncşemê saet 21.00 de êrişeke çekdarî pêk hatîye. Polîsê Fransa ragihandîye, du kesên çekdar li cadeya Şanzelîzeyê teqe li polîsan kirine û di encamê de polîsek hatîye kuştin û polîsek jî birîndar bûye.
Herwiha Polîsê Fransa daye xuyakirin, ku polîsan bersiva teqeya kesên çekdar daye û di encamê de êrişkarek hatiye kuştin. Û li gor polis gotîye ev kiryareka terorî ye!
Cadeya Şanzelîzeyê ji trafîkê re û metroyên George V Franklin Roosevelt û Champs-Elysées-Clemenceau hatine girtin.