Li Parîsê yekemîn salvegera damezrandina PWKyê hat pîrozkirin

.

Li Parîsê endam û dilxwazên PWKê roja 15.09.2024ê bi ahengekê yekemîn salvegera damezrandina Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) pîroz kirin.

Aheng bi axaftina Serokê PWK-Fransayê Faysal Taşkiran dest pê kir. Faysal Taşkiran xêrhatina beşdaran kir û bi axaftinek kin, li ser giringî û wateya şevê û armanc û sîyaseta PWKyê kir.

Bernameya ahengê bi videofîlmek nîv saetî dom kir. Video film, kurte xebata PWK ya ji roja damezirandinê heta demên dawî radixist berçavan.

Piştî kurte fîlmê, endamê Komîteya Birevebir a Navendî û yek ji endamên Komîteya Birêvebir a PWK-Ewropayê Nimet Mumtaz Aydin axaftinek kurt kir. M. Nimet Aydin silavên Rêvebiriya PWK Ewropayê ragihand beşdaran û di axaftina xwe de, bi kurtî, qala kar û xebatên PWKyê yên li welêt û Ewropayê û peyamên kongreya welêt û ya Ewropayê ya PWKyê kir. Herweha got ’’Li gor peyamên her du kongreyan, pêvajoya yekîtiyê her berdewam e û PWK her dem amade ye ku vê kultura yekitîya rêxistinî û sîyasî her berdewam bike’’.

Aheng bi muzîk û stranên dimilkî yên ji awazên Hozan Anil geş bû.

Şev bi xwarin û sohbet û muzîkê dom kir.

Şev bi xwendina helbesta Diyar dawî lê hat.

Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye