Li paytexta Afganistan Kabûlê teqîneke mezin çêbû

.

 Bi moşekan, êrîşî Balafirxaneya Kabûlê kirin û êrîş ji aliyê sîstema berevaniya moşekî ya Amerîka ve hat şikandin.

Li gor berpirsekî Amerîkî ji ajansa “Reuters” re diyar kir, îro danê sibê bi 5 moşekan êrîş li Balafirxaneya Kabûlê hate kirin.

Herwiha da zanîn, moşek ji bakurê Kabûlê ve hatibûn avêtin û sîstema berevaniyê ya Amerîkî li balafirxaneyê rûbirûyî moşekan bû û ew êrîş şikand.

Derbarê ziyanên wê êrîşê de, berpirsê Amerîkî eşkere kir, di encama êrîşê de ti ziyanek negihîşt hêzên Amerîkî.

Herwiha amaje bi wê da, êrîşê proseya veguhastina dîplomatkaran û xelkê Afganistanê ranewestan û proseya veguhastinê berdewam e.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir