Li pêş baregeha NATOyê ‘binpêkirinên Tirkiyê’ hatin prostestokirin

.

Li paytexta Belcîkayê bajarê Brukselê li dijî kiriyarên Tirkiyê yên li Rojavayê Kurdistanê sekneke protestokirinê li pêş baregehê NATOyê hat birêvebirin.

Li Brukselê mitîngeke protestokirinê li pêşiya baregehê NATO ji bo şermezekirina binpêkirinên Tirkiyê li dijî herêmên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê birêve çû.

Rêxistinên Ewropayê yên herdu partiyên El Wehdê û Partiya Pêşverû dibêjin, bi mebesta ji bo Tirkiyê bikeve bin zexteneke navdewletî ji bo rawestandina binpêkirinên xwe û çekdarên wê yên ser bi Îtîlafê ve, ew çalakî kirine.

Endamê Desteya Yasayî ya Kurd Hisên Naso jî got: “Em îro wek Desteya Yasayî ya Kurd û 34 rêxistinên din ên sivîl hatine vê derê ji bo banga xwe bigihînin cîhanê û wan kiriyarên terorîstî yên li deverên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve dibe bidin nîşandan. Em dixwaxin Biden dengê me bibihîse fişarê li ser Erdogan bike ku dawî li dagirkeriya xwe bîne û ji deverên Kurdî vekişe.”

Çalakvan Xoşnav Mûsa jî diyar kir ku li pêş baregeha NATOyê dengê xwe bigihînin serkirdeyên cîhanî ku rê li ber binpêkirinên li Efrînê û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê dibin.

Lûtkeya NATOyê îro li Brukselê bi beşdariya serkirdeyên welatên endam ên Hevpeymaniya NATO birêve çû.

Di rojeva lûtkeyê de mijarên weke kifşkirina nexşerêya tifaqê ya 10 salên paşerojê, rojankirina konsepta stratejîk a NATOyê, gefên sîber, têkoşîna terorê, teknolojiyên xerabker, bandora guherîna keşûhewayê ya li ser ewlehiyê û piştî biryara bidawîkirina mîsyona NATOyê ya li Efxanistanê rewşa dawîn hebûn.

(Rûdaw)

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir