Li Pulura Dêrsimê erdhej

Îro li navçeya Pulur a Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê erdhejek bi hêza 4.3 pileya Rîxterê çêbû. Hêj ti agahî derbarê zirarên erdhejê de nehatine ragihandin.

Navenda Nûçeyan - Li gor daxuyanîya sazîya karesat û rewşên bilez a Tirkîyê (AFAD), erdheja îro ya li Pulurê di demjimêr 06:21an de çêbûye û hêza wê jî 4.3 pileya Rîxter bûye.

AFADê herwiha ragihandîye, erdhejê di kûrahîya 12 kîlometrî ya li bin erdê de çêbûye.

Hêj derbarê zirarên erdhejê de ti zanyarî nehatine ragihandin

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!