Li Qamişlo bi dronê êrîşî otomobîlekê hat kirin

.

Serê sibeha îro roja înê li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê otomobîlek bi dronekê hate armanc girtin, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek din jî birîndar bû.

Li gorî zaniyariyên xwecihî li Qamişlo di demijêr nêzîkî 02:00 serê sibeha îro, bi dronekê êrîşî ser otomobîlekê hat kirin.

Hat ragihandin ku serkirdiyekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ê bi navê Baran di wê otomobîlê de bûye û jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha li gorî zanyariyan kesekî din ê ku di otomobîlê de bûye û nasnameya wî nehatiye eşkerekin jî birînar bûye.

Li gorî hatiye belavkirin ew êrîş ji aliyê artêşa Tirkiyê ve pêk hatiye, lê heya niha ne Tirkiye ne jî ti aliyekê din êrîşê negirtine ser xwe.

Li aliyê din Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî di derbarê bûyerê de heta niha ti daxuyanî belav nekiriye.

 RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn