Li Qamişlo du keçên 13 û 15 salî ji bo leşkeriyê hatine birin

.

Roja 20ê meha borî dema ku 3 keçikên 13-15 salî yên mirovên hev li taxa Qenat Swês li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bi hev re ji mala yekê ji wan derdikevin, venagerin mal, piştî 10 rojan yek ji wan vedigere mal û dibêje ew li cem hevalan bû, yanî li cem hêzeke Rêveberiya Xweser bûn.

Her du keçên din ên bi navên Perwîn Ibrahîm Dendeh ya 13 salî û Nuha Silêman a 15 salî heta niha wenda ne û tu agahî li ser wan nehatiye bi dest xistin.

Mizgîn Dendeh ku meta Perwîn û xaltiya Nuhayê ye ji Rûdawê re got, wan ji bo her du keçên xwe serdana navendên Asayîş, Ofîsa Parastina Zarokan û gelek saziyên Rêveberiya Xweser kirine lê hîn tiştek li ser wan bi dest nexistine.

Mizgîn Dendeh got, biraziya wê Perwîn nexweşiya Rebo pêre heye, ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Rêveberiya Xweser hêvî kir ku her du keçan vegerînin.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn