Li Qamişlo Festîvala Wêje û Hunera Jinê hat sazkirin

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, “5emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê” ya derbarê helbest, huner û kelepor de birêve çû. Di Festivala Jinê de, helbest bi zimanên Kurdî û Erebî hatin xwendin.

Navenda Nûçeyan - Li Qamişlo, Komeleya Jinên Xwende û Desteya Rewşenbîrî û Hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, 5emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê li Herêma Cezîrê birêve birin.

Di vê Festivalê de, jinên her sê pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan çalakîyên xwe yên cor bi cor di warên helbest, huner û kelepor de pêşkêş kirin.

Derbarê festîvalê de Endama Komîteya Amadekar Besme Îlyas got: “Festîval ji alîyê Desteya Rewşenbîrîyê ya Rêveberîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û Herêma Cezîrê ligel Komeleya Jinên Xwende hatîye cîbicîkirin. Ev festîval helbest, îmzekirina pirtûkan, pêşangeha folklor, cilûbergên millî, karên destî, bo hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan lixwe digire.”

Di Festivala Jinê de, helbest bi zimanên Kurdî û Erebî hatin xwendin,  şêwekaran kevalên xwe pêşan dan û jinên çalakvan karên xwe yên destî pêşkêş kirin.

5emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê ya li Qamişlo du rojan di çalakîyên xwe yên hemereng de berdewam kir, li dawî jinên beşdar û çalakvan ji alîyê serperiştyaran ve hatin xelatkirin.

Rûdaw

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne