Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqîneke xwekujî çebû û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû.
Îro Yekşemê (18.08.2019) saet 08.33 li Taxa Pîşesazî li ber dibistanekê wî bajarî teqînek pêk hat û di encamê de kesekî cane xwe ji dest daye û kesek din jî birîndar bûn.
Hate zanîn ku ew teqîn bi awayekî xwekujî bi otomobîleke bombebarkirî çêbûye.
Herwiha êrişkar di otomobilê de canê xwe ji dest daye û birîndar jî bo nexwşxaneyê hatine veguhestin.
Hêzên Asayişa Qamişlo wek tedbîr cihê bûyerê dorpêç kirine û aliyên peywendîdar derbarê bûyerê de dest bi lêkolînan kirine.