Hat ragihandin di dema ku 3 otomobêlên serbazî yên hikûmeta Sûriyê di xaleke kontrolê ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê re derbas dibûn, şer û pevçûn di navbera herdû aliyan de derket.
Semîr Ebû Zeyd ku şahidê bûyerê ye ragihand: “Asayîş li vir sekinîbû, wesayîta rejîmê jî ji wir dihatin, piştî hatin hevalan ew dan sekinandin, hinekî bi wan re axivîn, piştre min dît li hevdû teqe kirin. Serbazên rejîmê ji wesayîta xwe daneket, hinek ji wan daketin û wan jî çekan teqe kirin.”
Asayîşa Rojavayê Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve di daxuyaniyekê de sedema rûdana vê bûyerê jibo wê yekê vedigerîne ku serbazên ser bi hikûmeta Sûriyê hewla girtina welatiyên sivîl didan ku di heman daxuyaniyê de behsa birîndarbûna 2 serbazên din ji yê hikumeta sûriyê û birîndarbûna endamekî xwe dike, lê şahidhal behsa hejmareke zêdetir ji kuştiyên rejîmê dikin.
Welatiyê bi navê Şivan Îbrahîm ku bûye şahidê bûyerê ragihand: “Min termê 12 kesan li erdê dîtin, zêdetirî 12, serbazên rejîmê, ji asayîşê jî 3 – 4 kes birîndar bûn.”