Li Qersê li dijî HDP'iyan operasyon: Hevşaredar Şevîn Alaca hat binçavkirin

Li Qersê di operasyoneke li dijî HDP'iyan de, Hevşaredar Şevîn Alaca û Hevserokê Bajêr Cengîz Anli jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.

Li Qersê di operasyoneke li dijî HDP'iyan de, Hevşaredar Şevîn Alaca û Hevserokê Bajêr Cengîz Anli jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.

Li Qersê polîsan di saetên serê sibê de, bi ser malên rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Şaredariya Qersê de girtin. Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca û Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Cengîz Anli jî di nav de gelek kes di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Qersê bi rêve bir de hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku derbarê 19 kesan de biryara binçavkirinê heye. Hat ragihandin ku HDP'î bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatin binçavkirin û ew birin Miduriyeta Ewlekariyê ya Bajêr.

HIN NAVÊ KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN WIHA NE

 Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Cengîz Anli, Alîkara Hevserokên Şaredariyê Mûazzez Çagritekîncî, Fahrettin Kaya, Kaya Naki, Suat Bayhan, Hamit Taşdelen, Reis Baykiz, Zorba Başkurtlu, Bulent Agbaba, Şengul Erkmen û rojnameger Sevda Manduz.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne