Li Qoserê di derbarê rojeva Kurdistanê de civîna PWKyê

.

Roja çarşemê, 06.12.2023yê, Cîhgirên Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay(Cano Amedî) û Vahît Aba,endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Yusûf Aydin û rêveberê PWKyê Osman Kiran, li Qoserê, seredana Teşkîlata Mêrdînê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kirin.

Li Teşkîlata Mêrdînê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di derbarê rojeva Kurdistanê û seredana heyeta PWKyê ya Başûrê Kurdistanê de civîneke agahdarîyê hate li dar xistin.

Ji ber ku baran û bahozeke xurt li Qoserê hebû gelek kesên ku dixwestin beşdarî civînê bibin nikarîbûn beşdar bibin. Lê dîsa jî civîn bi beşdarîyeke baş hate li dar xistin. Li gel Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Bedran Acar, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Nûrettîn Kiliç û endam û rêvebirên PWKyê yên Mêrdînê, nûnerên PDK-Bakur, PDK-S, Tevgera Avakirina Demokratî Kurdistanî-Sûrya û gelek sîyasetmedarên Kurd beşdarî civînê bûn.

Di destpêkê de Endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Nezîr Gelerî bixêrhatina beşdaran kir û civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû.

Piştî rêzgirtinê Nezîr Gelerî di derbarê armanca vê civînê de kurte axaftinek kir.

Paşê Cîhgirên Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay(Cano Amedî) û Vahît Aba, li ser seredana heyeta PWKyê ya Başûrê Kurdistanê agahdarî dan û di derbarê rojeva heyî de bîr û bawerîyên PWKyê anîn zimên.

Di beşa duyem a civînê de, pirsên beşdaran hatin bersîvandin û beşdaran nêrînên xwwe anîn zimên.

Dîyar bû ku seredana heyeta PWKyê ya li Başûrê Kurdistanê tesîreke gelek baş û erênî li ser beşdarên civînê kirîye.

Civîn bi awayekî berhemdar bi dawî hat.

06.12.2023

Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir