Li quntara Çiyayê Gabarê jin tiriyan berhev dikin, paqij dikin, digivêşin û paşê jî dikelînin. Dimsa ku di encama palûte ango zibareyê de çêdikin, hinekî jê difiroşin hinekî ji bo xwarina xwe dihêlin.
Bi hatina payîzê re jinên li gundên quntara Çiyayê Gabarê dijîn dest bi çêkirina dimsê kirine. Jin li vir bi palûte ango bi zibare dimsê çêdikin.
Li gorî nûçeya Zeynep Dûrgûtê ya ku li Ajansa Mezopotamya hatiye weşandin, li navçeya Basaya Şirnexê, jin ji rezên 2 kîlometre dûrî cihê çêkirina dimsê, tiriyan berhev dikin û bi traktoran wan dikişînin.
Tirî berhev dikin
Emîne Atabeya ku di koma berhevkirina tiriyan de cih digire diyar kiriye ku ew seatên serê sibehê dest bi berhevkirina tiriyan dikin û heta ber nîvro li ber tavê dixebitin:
"Her sal di vê wextê de em malbat bi hev re tên tiriyê xwe kom dikin. Komkirina tirî di saetên serê sibehê de dest pê dike û heta ber nîvro ve diqede. Em karê xwe li hev parî dikin. Her komek tiştekî dike. Em tiriyê xwe diçînîn û dibin dişon. Pişt re jî koma çêkirinê dest bi çêkirina dimsê dikin. Ev dimsa ku em ê çêbikin hinek difiroşin û hinek jî didin cîranên xwe û yê mayî jî ji xwe re hiltînin.”
Paşê dimsê çêdikin
Rihîm Atabey yek ji wan jinan e ku tiriyan ji hev vediqetîne. Wê diyar kir ku li herêmê amadekariyên çêkirina dimsê nû dest pê kiriye: "Em di serî de tiriyê xwe kesax dikin. Piştî ku 20 roj derbas dibin em coht dikin. Pişt re em tiriyê xwe diçînin. Ew tiriyê ku tê ber destê me, em dibijêrin. Îsal ji ber ku baran kêm barî, tirî hemû şewitîne. Tiriyê me nîvî şewitî. Rezê me 2 kîlometre ji me dûre. Komek diçe berhevkirina wî û komek jî li vir dimîne. Li vir em kom kom in. Yê ku tirî diçînin, dibijêre, dişon û dimsê çêdikin cuda ne. Ew tiriyê ku tê ber destê me, em paqij dikin, dişon û piçek ax diavêjin nav de û dikewînîn. Ax tirî paqij dike û mîkroban dikuje. Pişt re jî em di mefsikê de derbas dikin. Pişt re jî em wê avê didin ser agir û heta ku baş tîr dibe, li bendê dimînin. Asta herî zêde me diwestîne bijartina tirî ye. Em diwestin lê hema ked dayîn me keyfxweş dike."
Amadekiriyên zivistanê dikin
Leyla Atabeyê jî diyar kir ku di çêkirina dimsê de jî herî zêde jin diwestin: "Ez jî tirî dibijêrim. Çêkirina dimsê gelek sergêjiye. Lê pêşiya me payîz û zivistan e divê em amadekariyên xwe bikin. Ji ber wê jî me lez da çêkirina dimsê."