Rojnamevan Eiko Tamamoto nivîsîye: Ji ber ku Reqqa demekê paytexta Daîşê bû, gelek li vî bajarî hatine dagehkirin û sêdaredan û serjêkirin. Li girên li başûrê bajarê Reqqayê tê pêşbînîkirin ku gelek gorên bikom yên din jî hebin.
Ev gora bikom li payiza sala par hatîye dîtin û niha 19 kes ku ji doktor û kesên dinên pîspor pêkhatine, hewl didin lêkolînên berfirehtir encam bidin. Li vir gelek hestîyên mirovan heye ku hatine perçekirin. Destên ku hatine girêdan têne dîtin.
Berî 5 salan dîmenê yekem kesê ku serê wî hatibû birîn li vir hatibû girtin. Ji bilî rojnamevanên Britanî û Amerikî, Kenji Goto û Haruna Yukawa (ku du rojnamevanên japonî ne) ji alîyê wan ve hatibûn kûştin.
Her wiha nivîsîye li gor zanyarîyên Ehmed Akuş sala derbasbûyî heta meha cotmehê termê 5.000 kesan zêdetir dîtine. Helbet ew têkilhevin hem malbat û kesên nêzîkî ser bi Daîş û hem jî ew kesên ji alîyê Daîşê ve hatine kûştin, em cûda nakin û wekî mirov li ser wan lêkolînan dikin.
RojevaKurd