Hate ragihandin ku li bajarê Reqqayê li cadeya Intîfazê ya li taxa Panoramayê di nava otobuseke HSDê de êrîşeke bombeyî çêbû. Di encamê de kesek hate kuştin û 4 kes jî birîndar in. Lê belê nehate eşkerekirin ku kesên kuştî û birîndar sivîl in an çekdarên HSDê ne.
Di van demên dawî de li Rojavayê Kurdistanê û li Herêma Kurdistanê êrîşên DAIŞê yên li dijî hêzên kurdan zêde bûne. Berî niha bi çend rojan dîsa li Reqqayê DAIŞê êrîşî xaleke HSDê kiribû û di encama şêrî de 3 çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin.