Navenda Nûçeyan - Li Bajarê Amedê qedexeya bê maske ya derketina kolanan îro dest pê kir. Di roja ku qedexeya bê maske dest pê kir de li 4 kolanên Navçeya Rezan a Amedê 153 kesên bi virûsa corona hatin tespîtkirin. Yekîneyên fîlyasyonê di xebatên bûyerên vîrûsê de li 4 kolanên taxa 5'ê Nîsanê yên 839, 851, 852 û 853'an de 153 kesên bi şewbê tespît kirin. Ji ber şewba vîrûsa corona ji 6'ê Hezîranê heta 14 rojan kolan xistibûn qerantînayê. Yekîneyên Filyasyonê di xebatên lêkolinê de ji 190 testan di 153 kesan de virûsa corona tespît kirin.