Li Rihayê bûyera trafîkê: 3 mirî, 30 birîndar

.

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otobûsa rêwingiyan ji paş ve li barhilgirekê da. Di bûyera trafîkê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.

Li gor aghiyên hatine belavkirin bûyer, vê sibê 17ê Sibata 2021ê li ser rêya Dîlok – Rihayê nêzîkê bajarokê Bêrecûkê qewimî. Otobûsa bi şofêrtiya Mehmet Cevat K. ser bi Kompanya Ozel Diyarbakir, ji paş ve li barhilgira bi şofêrtiya Yunus A. da ku ka bar kiribû.

Piştî agahdarkirina aliyên peywendîdar gelek ambulans û tîmên berevaniya şaristanî bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û li gor agahiyên hatine belavkirin 30 kes jî birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyên Bêrecûk û Rihayê hatin veguhestin.

Hêzên ewlekariyê û cendirmeyan li cihê bûyerê lêkolîn kirin û hatiye ragihandin ku lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam e.

Kurdistan Haberleri

Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn
SERDEŞT - 700 pirtûkên Kurdî li xwendekaran hatin belavkirin