Li Rojava destûra Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo alîkariyan nayê dayîn: Sedema wê eşkere bû

.

Berpirsê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê Rewac Hacî eşkere kir ku heta niha Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê rê nade wan ku alîkariyan bigihînin xelkê herêmê.

Berpirsê ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê Rewac Hacî da zanîn, “Heta niha ji aliyê îdareya rojava ve rê ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re nayê dayîn ku em kar bikin. Xelk jî daxwaza alîkariyê dike. Baş e çima li Efrîn em bikarin kar bikin, lê li îdareya xwaser em têne qedexe kirin? Em rêxistineke mirovî ne.”

Rêveberiya Rojava dixwaze logoya PYDê li ser pakêtên alîkariyê hebe

Endama rêveberiya ENKSê Esmehan Dawud jî ji BasNewsê re daye xuyakirin, “PYD rê nade tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Rojavayê Kurdistanê kar bike, ji ber ew dibêjin divê logoya PYD li hemû paket û otomobîl û alîkariyan bê dayîn. Ji bo wê jî karên wan hatine qedexe kirin û xelk jî berdewam daxwaza alîkariyê ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dikin.’’

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'